Zinar Sozdar - Dayê
Gotinên Stranan
Zinar Sozdar - Dayê
Ey bazê ser bilind lez kin, here cem hevalê minBi dilxweşî û dilşahî, bibêjin silavên min
Ev çend salin ez li xerîbiyê, dişewitî kezeba min
Wek bilbilan dixwînim, xwîn dirije ji cîgerê min
Lê lê dayê lê lê dayê xerîb geryam dinyayê
Min ji vê dinê xêr nedî, bê te sebra min nayê
Dema dikevê bîra min, dost û heval û yara min
Êş dikeve serê min, hêsir dibarin ji cavên min
Tu caran bîra min naçe, deşt û zozanên gundê min
Xem û xeyala hevalan wek xewn tên ber çavên min
Lê lê dayê lê lê dayê xerîb geryam dinyayê
Min ji vê dinê xêr nedî, bê te sebra min nayê
Ez ditirsim te nebînim, bi vê kederê bimrim
Bîra werin ser tirba min, dê û bav û dildarê min
Bila hemû xura waynin gulekî nav baxçê min
Bi rengê kesk sor û zer, bixemlî merzela min
Şîrove