Aram Tîgran - Gava Têy
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Gava Têy
Ew çavên te yê mest û hêsirrêjDerd kulê min tu zêde dikî
Te ez kirim wek mirovek gêj
Ji dest diçim lê tu deng nakî
Gava têy rûdinêy li kêleka min
Tu mirov xort û ciwan dikî
Lê ku maç dikî ji lêva(çavê) min
Tu min wek serxweş û mest dikî
Rabe were mala yara xwe
Çarik helîn ji ser çavên xwe
Bes e herî bêy wek mêvan
Te ez kuştim bi bejin û bala xwe
Dil ceger bûne wek ar pêt e
Dişewitin tev ji derdê te
Çi qas herim dûr kevin ji te
Lê bîr nakim ew xweş dilê te
Şîrove