Aram Tîgran - Kengî Kurdistan
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Kengî Kurdistan
Kengî Kurdistan aza be rokê?Xelas be ji wê kula teyrokê
Kengî wê bibe dewleta azad?
Wê bibe xweyê bext û miraza
Bax û baxçê me kirine deşta şêr
Mal û milkê me hiştine bêmêr
Mervê nexweş re lazim e derman
Ku ber çavê wî reş nebe esman
Dibên sebir ke rojek xweş wê bê
Pey şevê vedibe nûra serê sibê
Wexta qulingê dijmin sersing e
Gelo wê Kurdan çawa sebir ke
Kurdistanê de bi sal ziman e
Kurd hebûn heta niha jî mane
Rojek ji rojan wê çiya xeber din
Cihabê gelek pirsê me bidin
Şîrove