Dîyar - Dayika min
Gotinên Stranan
Dîyar - Dayika min
Dayikam pir nexweş bu birîna wê kûrEz li xerîbiyê mam emê ji hevdu dûr
Çavên xwe girtine hêdî hêdî bi zor
Berf barî ser dilê min giran giran hûr hûr
Çavên xwe girtine hêdî hêdî bi zor
Janek ket dilê min zirav zirav wekî şûr
Ez bimrim daye
Ez kor bim daye
Min nehêle û neçe
Min nêhele bi tenê
Min nêhele sêwî
Çavên xwe gerandîye li dora xwe
Zarokatîya min anîye bîra xwe
Ji kesê ra negotiye xewna xwe
Ez têr ne bum ji hêmbeza dayika xwe
Çima tu ewqasî bi lezî Anê
Me xatir ji hev ne xwast tuyî bi kuda herê
Dijmin pir bi bextê rê li min girtine
Min nehêle û neçe bi tenê Anê
Felek pir xayîne rê li min girtine
Min nehêle û neçe bi tenê anê
Gotin û Muzîk: Dîyar
Şîrove