Hozan Kawa - Can Kurdistan
Gotinên Stranan
Hozan Kawa - Can Kurdistan
welatê me reng rengîn e warê evîn ePir delal e ew şîrîn e jiyan û jîn e
Gula geş e çiqas xweş e ey welatê me
Can dilpertî bi hasreta te Kurdistana me
Oy can oy can can cane
Oy can oy can can can
Can Kurdistan
Birîndar im ax û zar im ji ber ve ta ye
Ger tu azad nebî welat sebra me naye
Roj ji nêzik ve tu rizgar bî li vê dunyayê
Hêviyekî mezin tu yî qet ji bîr nabî
Tu yî tebata gelê me yî ax welatê me
Hebûn-tunebûna me yî nav şîrîna me
Em bi hasreta axa te ne ji bo te dinalin
Keser tu yî can bi gorî Kurdistana me
Gotin û Muzîk: Kawa
Şîrove