Mihemed Şêxo - Ber Dilê Min Pir Şêrîn e
wêneyê hunermendî:ê 875 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Ber Dilê Min Pir Şêrîn e

Li ber dilê min pir şêrîne
Wek kulîlka bi hilm û bîne
Dilê min bûye bi evîne
Bê te min gazî û qêrîne
Derdê te weke Xabûrim
Bê binî û kûr û dûrim
Pêlin girin ê din hûrin
Li min xistin kirin dûrin
Çi Xabûrek bê gemî
Wek geliyê du devî
Tu ji mir bûye derd û keder
Tu car ji bala mi nayê der
Wej evîna te nakim der
Tuj mir bûye kul û keser
Hela were şêrîne
Dermanakî vê birîne
Kengî li me bê dem û dewran
Vegerî li me rojê ciwan
Bême cejna her dû dilan
Bême bîna gut û baxan
Miradê me bi cî were
Êşa dila pê derê
Piştî her dû çavê belek
Mi hes nekir hîna kesek
Belkî li me vegerî felek
Herdû dila dîsa bik yek
Hela were şêrînê
Dermankî vê birînê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?