Mihemed Şêxo - Derdan Çi Ez Dil Jarkirim
wêneyê hunermendî:ê 445 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Derdan Çi Ez Dil Jarkirim

Derdan çi ez dil jarkirim ey felek
Êdî nikarim ez bijmêrim bûn gelek
Barê xêzanî jî li min hîn nebes
Serdar ji pîsara çi ez bûm hinek
Mêrê gemar îro hemî pêşketin
Karê nebaş îro ji war paşketin
Kûçik bilez kom dibin
Mêrên durust nabin xulam paşketin
Wê tuşt nebê parek ji çem qels'dibê
Bahtê gemar dajo li ser kom dibê
Lê qet gemar avê çema nagirê
Av xurt dibê dajo gemar pak dibê
Zanî bi birçî û bê war û jar
Lê baz tucar nabin xulam ey felek
Zanî tucar nabim xulam ey felek
Tim bergerim razîme ez Bêbuhar
Cardî xeman wan dest li min dane hev
Pêde bi lez ew tên bi meş geh bi rev
Piştî ku ez bûm Bêbuhar nakevim
Dem bê bi cengê ez bixim ji hev
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?