Mihemed Şêxo - Perwîn
wêneyê hunermendî:ê 289 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Perwîn

Perwîn keça nûgihiştî
Ew delala xwedê hiştî
Çaxa serê xwe li min hilda
Cerg û dilê min biriştî

Çiqas bêjim pir şêrîn e
Keça têra min nalîne
Ji ber bext û peymanê xwe
Du reşmara li min werîne

Du reşmar û herdu kezî
Min go rabe wê go bixwazî
Çaxa berê me ket welat
Hêvî û gazî li pey me bezî

Welatê min sor û şîn e
Tevde buhara rengîn e
Hinga min dî av û kevî
Nûka xweda min mizgîn e

Em vegeriyan ji welat e
Me ne sebr û ne tebat e
Mehra dila em hatin mal
Qehra mezin ma welat e

Helbest: Rêncber (Emerê Lalê)
Muzîk: Bêbuhar
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?