Mihemed Şêxo - Vê Yarkujê Tîrek Weşand
Gotinên Stranan
Mihemed Şêxo - Vê Yarkujê Tîrek Weşand
Vê yar kujê tîrek weşandhinav û dil pê herisand
agir bi serda lê reşand
sed bîr bawer hilweşand
dilek nema ku ne livand
kesek nema wê ne civand
bi vîna xo wê ne nivand
wê dil ji pîran jî revand
perde nema wê ne dirand
sofî ji kuncê zîvirand
ji ser û dil îman firand
wek Botanî ew jî xirand
Helbest: Sebrî Botanî
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove
Ardî Zêdo
17-05-2019 12:18:32
Destê we sax be.<br>Ciwan Haco, di albûma xwe ya Dûrî de ev helbest kiribû stran.<br> Bi rastî ez şîroveya Mihemed Şêxo meraq dikim, ji ber ku min hê li vê strana Mihemed Şêxo guhdarî nekirîye.