Şêrzat - Azadger
wêneyê hunermendî:ê 91 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şêrzat - Azadger

Sibehek zû derketin ji mal
Bi raman û vîneke zelal
Azadgerên gelê bindest
Dilsozên hêviya jiyan

Bûn stêrk li hember tariya şevan
Geş dikin jiyana baxên gulan
Navê we bû çavkaniya helbestan
Jîn dide cenga we li hemû cîhan

Amed biaxîn û nalîn e
Dîcle û Ferat xwîn dikelîne
Hevalên min bûne karwan
Li nav nemiran kon danîne

Bûn stêrk li hember tariya şevan
Geş dikin jiyana baxên gulan
Navê we bû çavkaniya helbestan
Jîn dide cenga we li hemû cîhan

Gotin û Muzîk: Şêrzat



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?