Şêrzat - Tu Çûyî
wêneyê hunermendî:ê 101 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şêrzat - Tu Çûyî

Li ser behra evîna te keştiyeke bêwar im
Li ser şaxa dilê te bilbilekî bêzar im
Bi hesreta xwençelêvan bi şevan ez kûr dinalim
Gêj û serxweş li nav stêran, li xeyalên te digerim

Tu çûyî qet nehatî, ez li vir mam bê te
Li benda te mam sal û zeman, çavên min li rêya te
Ax evîna min, karxezala min
Dil çilmisî bû penaber li pey demsala kenên te 

Çok qerimîn, qudûm şikest li ser rêya evîna te
Tu sorgula baxçê ronahiyê, ji ber çavên min winda bûyî yar
Şevreşkên har, erjeng û sar, dil li min kirin kovan û jar
Tu çûyî qet nehatî, ez li vir mam bê te

Li benda te mam sal û zeman, çavên min li rêya te
Ax evîna min, karxezala min

Gotin: İbrahim YILDIZ, Şêrzat
Muzîk: Şêrzat



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?