Şêrzat - Can Diçe
wêneyê hunermendî:ê 72 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şêrzat - Can Diçe

Di ewrên çavên min de peşkek baranî
Hûr dibarî, kûr dinalî, dilbirîndar im
Li wargeha evîna te bêcih û war im
Dûr mam ji xeyalên te, bê te can didim

Dem bi dem ez lal dibim ji ber eşqa te
Car dikuje, car jîn dide ew awirên te
Can diçe, can diçe, neçe yar yar
Can diçe, can diçe, were yar yar

Çar demsal ji evîna te li nav agir im
Şev û rojê’m diçin bê te bêzar û lal im
Ji kerba wan çavên belek kûr kûr dinalim
Di nava êş û janê de va ye ez can didim

Dem bi dem ez lal dibim ji ber eşqa te
Car dikuje, car jîn dide ew awirên te
Can diçe, can diçe, neçe yar yar
Can diçe, can diçe, were yar yar

Gotin û Muzîk: Şêrzat



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?