Şêrzat - Niştiman
wêneyê hunermendî:ê 108 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şêrzat - Niştiman

Mîna teyrekî koçber im, xeribiyê niştiman im
Wek şervanekî bêçek im, li ser lêvên çiyayên bilind
Li pey şopa bedewiya te kewgozela li zozanên min

Du çavên te stêrkên li esman
Dêmên te sorgulên li baxan
Şahbanûya li ser textê cîhan
Tu bihişta evîndaran

Wek şîlavek li ser zinar im diherikim bi awaza te
Di nav pêlên stranên dil qîrîneke bêdeng im ez
Di zindana çavên te de dîlgirtiyekî bênav im ez

Du çavên te stêrkên li esman
Dêmên te sorgulên li baxan
Şahbanûya li ser textê cîhan
Tu bihişta evîndaran

Gotin û Muzîk: Şêrzat



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?