Şêrzat - Dayika Min
wêneyê hunermendî:ê 78 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şêrzat - Dayika Min

Dîroka kevnar berhema te ye
Hilberîn û jîn tev karê te ye
Azadî yekser bi navê te ye
Bê te ez neçar im, ax dayika min
Bê te ez pir jar im, ax dayika min

Ez ê bibim hibra ewran
Bibarim nola berf û baran
Da jîn bibe keda salan
Dilşad û aram be, ax dayika min

Stran û newa lorîkên te ne
Avên çeman stêrên çavên te ne
Keskesor qasidê evîna te ye
Tu ne xemgîn be, ax dayika min

Ez ê bibim hibra ewran
Bibarim nola berf û baran
Da jîn bibe keda salan
Dilşad û aram be, ax dayika min

Gotin: Şêrzat, Marûf Alan
Muzîk: Şêrzat



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?