Ciwan Haco - Nisêbîna Rengîn
Gotinên Stranan
Ciwan Haco - Nisêbîna Rengîn
Nisebîna rengînBû hewar û qerîn
Min got: bira ji bo çi?
Ev nalîn û girîn
Got anîn şehîdê serfiraz û xemgîn
Di dil de maye ev kul û ev birîn
Nisêbîna rengin... (Dîsgotin)
Hat êvar darê
Hat cejna buharê
Ji bo azadiyê
Me kir kar û barê
Bezîm ez bi lez
Wek dîn û serxweş
Min go hey dinyayê
Bextê me çi reş e
Nisêbîna rengin... (Dîsgotin)
Min nêrî min çi dît
Tev polîs û mît
Li alîkî kujtin
Li alîkî girtin
Nisêbîna rengin... (Dîsgotin)
Helbest: Dîlber Haco
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove