Karapetê Xaço - Tewxan
Gotinên Stranan
Karapetê Xaço - Tewxan
Tewxan tew Xan tew Xanê, lê lê Xana min,Tew Xan tew Xan tew Xanê, birîndarya min.
Sêva sor e li dikanê, lê lê Xana min,
Sêva sor e li dikanê, birîndarya min.
Xanê te digo ez mêr nakim, lêw Xana min,
Zeriyê te digo ez mêr nakim, birîndarya min.
Zeriyê te digo ez mêr nakim, lêw Xana min,
Biska li guliya şe nakim, birîndarya min.
Biska li guliya şe nakim, lêw Xana min,
E li vî gundî mêr nakim, birîndarya min.
E li vî gundî mêr nakim, lêw Xana min,
Mêr dikim te ji bîr nakim, birîndarya min.
Xanê baxçe pîvaz e, lêw Xana min,
Zeriyê baxçe pîvaz e, birîndarya min.
Zeriyê baxçe pîvaz e, lêw Xana min,
Eslê Xanê çi dipirsî, birîndarya min.
Eslê Xanê çi dipirsî, lêw Xana min,
Eslê Xanê tolaz e, birîndarya min.
Şîrove