Serhado & Sîmyager - 03:30
wêneyê hunermendî:ê 129 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado & Sîmyager - 03:30

Bêdeng e.. zû ye yan dereng e?
Hiş ne yar e, dil jî ne leheng e
Di tariyê de hertişt bêreng e
Xwelî li herder e, çay şirgerm e
Va şev li rojê digerê..
Saet çende?

Saet sê û nîv e lê xewa kê tê?
Serê min dizîvirê bipirse ji yê tê
Ro kin e, rê dirêje, nebirrîn bilêtê
Hişê min digerê ez jî mame vêde
Çi diparêzê, çi heye pişta têlê
Ji me çi vedişêrê, kê dûrbînê dinêrê
Kê wa disekinênê fîşê dibirrê bi kêrê
Kê wa dihilbijêrê ser serê me didînê
Gezek daye sêvê çi bi xwe re tînê?
Peyva xweş dihesînê nizanê çi dibêjê
Pirsan napirsê ji xwe re diherikê bi pêlê
Niha têr e kar sibe re dihêlê
Ser gorê bi bêrê kefena xwe dipêçê
Ser kêlê navê xwe dinivîsênê
Îro heye lê vê sibe çi bimînê?
Tu ji xwe re raze..
Serê xwe pê neêşîne

Sê û nîv - Kê dirazê?
Sê û nîv - Kê şiyar e?

Kê dirazê kê şiyare, dinya şolî
Li caman dinêrim hundirê wan tarî
Kê zêde ne zindî yan mirî?
Radibin ji gora komî dimeşin wek zombî
Bê movik serê wan tewandî
Çi diçê û tê di mejî de bûye çarşî
Ji ber ku sax e nayê wateya ku dijî
Marka li ser qumaş yanî nîşanî me didî
Keviran dikirin diavêjin dibin hecî
Ava xwezayî jî kirin ticarî
Herkes maye cih fîyet jî firî
Lê qîmeta wê dikevê piştî ku te kirî
Biraderê mezin dibîne kê jê filitî
Yê her î nêzî te ne yê dikin gilî
Tu çi dixwînî, çi dikî, çi temaşe dikî?
Bi çi xerc dikî dem û enerjî?

Mamo ez şiyarim saet çar kêm e sîh
Ma sedem ne diyar e? ne derman ne kafeîn
Daxwazî û pirs e, ne tirs e, ne gilî
Bersiva pirsan jî pirs e û qêrîn
Bi giştî razan ma sê û nîv e sedem?
Ew ê qaşo bargiran e niha radizê di xew de ye
Çawa ber xwe nade dikeve, vala ma ye dever
Rast dibêje şev e, dem jî dema xew e
Hêz dibîne direve, di xew de paşa axa ew e
Hê jî nafikirê çare nîne sê û nîv e saet
Da ye bi erzanî, xwe rê te nade derew
Zikê wî têr e di xew de têra xwe dikene
Şiyarbûn e şer e va ye kesîtiya te li ber e
Xewa belaş dane te tu raze tu yî ji bo wan berhem
Temam tu bi pere yî, temam diranê te zer e
Di xew re çû niha 03:30​e saet

Gotin: Serhad Helexî, Ferhad Tunç
Muzîk: K.O.B.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?