Seyda Perînçek - Erdalê Pirsûsî
wêneyê hunermendî:ê 1937 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Erdalê Pirsûsî

Avaşîn sor bûye ji xwîn
Qetil kir îxanetê evîn
Mirinê ji şerma serî danî
Digirî erd û ezman dike qîrîn

Erdalê min serî rake
Dayîka te hat mêvanê te
Mazûvano ez heyrano
Ka bibînim wê bejna te
Rabe bibînim xemla te

Erdalê min Pirsusî ye
Ji tovê gelê Agirî ye
Ew şehîd e nirxê me ye
Bo azadîyê hêvî ye
Bo ronahîyê hêvî ye

Bist û du heval xistin nava kemîn
Qetil bûn bi destê birayên xayîn
Dirokê nivîsand ew roja qirêj
Sipî reş bû, dilê min bû wargeha şîn

Bist û du heval xistin nava kemîn
Bûn şehîd bi destê birayên xayîn
Dirokê nivîsand ew roja qirêj
Sipî reş bû, dilê min bû wargeha şîn

Erdalê min serî rake... (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?