Yunus Dişkaya - Delalê
Gotinên Stranan
Yunus Dişkaya - Delalê
Germiya xwîna te ji çavên te xuya!Delala min tu dar î ser berf û çiya
Li çavên te ên nerm, girînên zîz hene
Li dengê te ê nerm, girînên zîz hene
Dilê min hêlîn e, zend û destên min text
Jiyîn û xweşî yî, tu î armanc û bext
Dîroka spehîtî, bin lingê te de mir
Nijde zêr û ziîv te dil û can talan kir
Ez bibim destê te de piyale û piyan
Tu bibe ji min re dotmîr û sermiyan
Ser û serek bibe em gî peyayên te
Tu ewr û ezman bibe em çiyayê te
Germiya xwîna te ji çavên te xuya
Weq Heyv î delalê!!! Bi ser ber û çiya
Helbest: Kamiran Alî Bedirxan
Muzîk: Yunus Dişkaya
Şîrove