Brader - Apê Mûsa
wêneyê hunermendî:ê 332 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Apê Mûsa

Serê te boz e

Weke Sîpan bilind e
Dilê te bi soz e
Weke çira û find e
Em ji te hînbûn rastîyê
û gelek iştên rindê
Çûna te agir berda bajar û gundê.

Dilê te bi soz e
Weke Agirî germ e
Awirên te bişewq in
Weke bihiştê nerm e
Karwanê te li rê namîne
Ala û soz e li ser me.

Li milekî te kevokên aşîtîyê
Li milekî te leşkerên azadîyê
Te hilgirtin heftê û çar salan
Tu newesta û nerawesta
Em li pêy te ne leşkerên azadîyê.

Ew rûyê şermok e ji bindestîyê
Nûr jê dibare ji Zerdeştîyê
Ew xwîna li nav porê sipiyê
Ji dilê me niqitiye
Gulên sorîn li zozana
Li Sîpanê vekirîye

Brader ji bo te
Dibêje îro
Hem bi saz û hem bi soz e
Dozê diajo
Xwîna te û şehîdên Kurdistan dişo
Ji gemara Ereb û Ecem û Tirko

min şehîdek dît 74 salî
teva pênûsa bi xwînê reng dayî
li ser milekî leşkerên azadîyê
li ser milekî kevokên aşîtîyê

74 salan di rêça şoreşê de meşîyayî
Gula civatan şênaya civînan
Pîrê şoreşê kalê milîtan
Dara çinarê li Amedê paldayî

Gotin û Muzîk: Brader
Sal: 1997
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?