Seyda Perînçek - Çû Çû Nema Tê
wêneyê hunermendî:ê 234 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Çû Çû Nema Tê

Rûmeta jiyanê bizanibin
Emrê çû buhûrî û nema tê
Bi saxî ji hevdu re bibin
Ê ku çû ew êdî nema tê

Oyoy… Çû çû nema tê
Ax ax… çû çû nema tê

Çiya tev bê dar û tazî nin
Tê bihar bêhna gul nema tê
Mala min bê xwedî hişt û çû
Keça min çû êdî nema tê
Berxê min çû êdî nema tê

Oyoy… Çû çû nema tê
Ax ax… çû çû nema tê

Berê tim dihatî xewnê min
Di bi şev xewa min nema tê
Canê min tev kul û birîn e
Ziha bû xwîna min nema tê

Oyoy… Çû çû nema tê
Ax ax… çû çû nema tê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?