Yunus Dişkaya - Meyxaneperestim
wêneyê hunermendî:ê 535 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Meyxaneperestim

Şoxeka gewr û bilinde,
Dost û yawa min ewe
Sorgula pir naz û rinde
Sozedara min ewe

Gulşena baxê evînê
Şahiya roja civînê
Rindiya Şêrîn û Zînê
Rayedara min ewe

Padîşaha ebrûmaha
Zêrkulaha kesk û sor
Por û biskê, rengê miskê
Nûbihara min ewe

Dilgirim bêçareme
can û ciher min bûne xwîn
Ah ji destê şox û şengê
Derd û çara min ewe

Carekê ger camekê
Dî min ji lêvên sorgulî
Hêvî û daxwaz ji lêva
Mêwedara min ewe

Xunceleb carek ji bircê
Rengê rojê bête der
Dê ji nûve ez ciwan bim
Tabîdara min ewe

Ger bidî ferman bi kuştin
Ew şepaşa dilrevîn
Ser dibim ber şûr û xencer
Şehreyara min ewe

Hêj di ber qalû-belayê
Meyperestim ta ebed
Lê ji gulzara evînê
Gulîzara min ewe

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?