Yunus Dişkaya - Şêrînleba Min
wêneyê hunermendî:ê 164 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Yunus Dişkaya - Şêrînleba Min

Naz û şêrîn leba min
Carek were li ba min
Ko ez mirim siba, min
Li ser navê xwe dîne

Delal û gewr û rind î
Şêrîn û pozbilind î
Eger maçek bi min dî
Biha li cem me nîn e

Bira biha duser bî
Cerg û hinav û ser bî
Dil jî bila li ser bî
Meger tijî birîn e

Birîn dused hezar in
Ji ber bi ah û zar in
Ta sipîdê şiyar in
Ah û nal û girî ne

Bi ah û nale nal im
Tenha û bê heval im
Mebîne pîr û kal im
Ez im Mem û tu Zîn e

Wek Ferhad û Şirîn in
Herdu jî dil birîn in
Tirsin hevdî nebînin
Cihan e kumrevîn e

Ey nazika belekçav
Biskan meke tu reşdav
Birhan li dil kirin rav
Çekê min bes xwezî ne

Xwezî carek bihata
Bidîna kêferata
Ko ez dikim seba te
Ser bi reş û bi şîn e

Ser bi re û bi şîn im
Tim bi nal û girîn im
Dilbirîne evîn im
Lê bike baweşîn e

Rûne li ber serê min
Berê xwe bid berê min
Bikuj bi xencerê min
Tê gernasan bibîne

Ez gernas û egît im
Bermayê mad û sît im
Ez lawê hor û mît im
Min dil tijî ji kînê

Kîn û girê neyara
Şovîn û koledara
Li me didin ji pare
Lê me jî ker kerî ne

Her yek ji me dibê ez
Me hirç berdaye nav rez
Guran êrîş kirin pez
Rast e em somerî ne

Lewra em bi roj û şev
Em tev êrîş dikin hev
Sar e bahoz û bandev
Seyda ceger bi xwîn e

Muzîk: Yunus Dişkaya
Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?